Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Helebê têkoşîna Ocalan hate vegotin

HELEB –Bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanan a bajarê Helebê û hevkariya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC- Demokratîk) senevizyoneke li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşkêşkirin.2018-2-13-HLB-SENEFIZIYON-LI-SER-JIYANA-SEROK ‫(1)‬ ‫‬

Di çarçoveya çalakiyan konê girava birçîbûnê ku li bajarê Helebê tê lidarxistin de, Yekîtiya Ciwanên Rojava bi hevkariya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratiya senevizyoneke derbarê têkoşîna Rêberê pêşkêş kirin.

Di çalakiyê de piştî rêzgirtinê endama rêveber a KPC- Demokratîk Medya Elî, bi navê Ciwanên taxên rojhilat Kefa Selahedîn û bi navê Ciwanên taxa Şêx Meqsûd de Gulşan Elî, axivîn.

Kesên axivîne, komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd û gelên azadîxwaz, di kesayeta Rêber Ocelan de şermezar kirin û tekez kirin ku bi raman û felsefeya Rêber Ocelan, jinê di şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê de, roleke pêşeng kir û ew ê şopdarên  riya Rêber bin ta serbest bê berdan.

Piştî axaftinan, senevizyon li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, ji dema zarok bû heta roja komployê û berhemên felsefeya wî hate hate pêşkêşkirin. Ew jî ji zarokatiya wî, tekoşîn, raman û felsefeya wî hate pêşkêşkirin.

Çalakî bi dirûşemeyên dilsoziya bi Ocalan re û bilindkirina têkoşînê bi dawî bû.

(hş)

ANHA