Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Helebê yekemîn meclîsa jinên ciwan hate avakirin  

HELEB – Tevgera Jinên Ciwanên li bajarê Helebê yekemên Meclîsa jinên ciwan bi beşdarbûna nûnên jin ên ji hemû welatiyên bajar ava kir. 17 jin wekî endamên meclîsê hatin hilbijartin.HLB-AVAKIRIN-MECLIS-JINEN-CIWAN (1)

Tevgera Jinên Ciwan bi diruşmeya ʺJin kaniya jiyanê ye, dayîke û bi wê civak temam dibeʺ civînek ji jinên ciwan re lidar xist. CIvîn li navenda Şehîd Xemgîn Cûdî ya Yekîtiya Ciwanên rojava a rojavayê taxa Şêxmeqsûd lidar xist. Di civînê de yekem melcîsa jinên ciwan a Helebê hate avakirin.

Civîn bi beşdarbûna dehan welatiyan, mamoste û ciwanên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, taxên rojhilat ên ji kurd, ereb û turkman hate lidarxistin. civîn bi rêzgirtinê dest pê kir paşê Endama Rêveber a TEV-DEMʹê Fehîma Silêman axivî û rewşa jinan û jinên ciwanan di nava şer de anî ziman û got ku pêwîste jinx we birêxistin bikin da ku karibin li gorî demê pirsgirêkên xwe çareser bikin.

EMINE EBDO

Piştî axaftina Fehîma Endma Rêveber a Tevgera Jinên Ciwan Emîna Ebdo rêziknameya hundirîn a Meclîsê xwend, paşê li ser xalên wê nîqaş hatin pêşxistin û hilbijartin hate lidarxistin û 17 kes li ser asta tavahiya Helebê ji taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û taxên rojhilat hatin hilbijartin. Her 17 endam nûnertiya hemû welatiyên  Helebê dikin. Her wiha ji Melcîsa Sûriya Demokraîtk, Komîteya perwedeya Civaka Demokratîk û PYDʹê bûn.

 (jo/dc)

ANHA

FEHIMA SLEMAN HLB-AVAKIRIN-MECLIS-JINEN-CIWAN (2)