Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li hemberî dijwariya jiyanê û baviksalariyê li ber xwe dide

ARŞÎN NECAR

ŞEHBA – Jineke kedkar, tevî ku bi nexweşiya penceşêr ketiye û hevserê wê jî bêkar e, hefte zarokên xwe xwedî dike û di nava wan de du zarok astengdar in.SEHBA-JINA-BERPISIYARIYA-MELBETA-XWE-RADIKE (1)

Welatiya bi navê Senai El-Umer 42 salî ye û ji welatiyên Kefernaya ya kantona Şehba ya herêma Efrînê ye. Senai dayîka heft zarokan e û du ji zarokên wê astengdar in.

Senai El-Umer di jiyana xwe de rastî êş û tengezariyan hat, bi taybet hevserê wê bêkar e. Ji ber vê yekê ew neçar e bixebite û debara zarokên xwe peyda bike. Nemaze ji ber ku zarokên wê Hesen (17) û Esîr (7) ji dema ji dayîkbûne ve di mijiyê xwe de astengdar in.

Senai El-Umer ji bo zarokên xwe xwedî bike kar û xebatên cûda dike û piştî ku vedigere malê di mala xwe de cil û bergan difiroşe.

Tevî hemû dijwariya jiyanê û astengiyên ji ber pîvanên baviksalariyê, bijîşkan jêre gotin ku ew bi nexweşiya penceşêrê memikan ketiye û divê di demeke lezgîn de memikeke xwe jêke da ku nexweşî li laşê wê belav nebe. Lê ji ber rewşa xizantiyê nikare birînkariya jêkirina memikeke xwe bike. Li aliyekî din hevserê wê tevî ku bêkar e jî, ji xwedîkirina zarokan xwe dide alî. Senai ji ber ku birînkariya xwe dereng xist êdî nexweşî li giştî laşê wê belav bûye û niha kezeb û hestiyên wê jî bi nexweşiyê ketine.SEHBA-JINA-BERPISIYARIYA-MELBETA-XWE-RADIKE (4)

Senai El-Umer niha di Mala Jin a perwerdehî û pêşxistina hişmendiyê de dixebite û di hevdîtinekê bi ANHA’yê re Senai dibêje ku bi qasî ku xema zarokên xwe xwariye guh nade nexweşiya xwe û lomeya ji hevserê xwe dike ku ti alîkarî bi malbata xwe re nekiriye.

Senai hewl dide nexweşiya xwe ji zarokên xwe veşêre lê keça wê ya 20 salî piştî ku bi nexweşiya dayîka xwe agahdar bû, neçar ma dest ji xwendina xwe berde û ji xwedîkirina dayîk û xwîşk û birayên xwe re bixebite.

Senai El-Umer niha li nexweşxaneyeke bajarê Helebê tê dermankirin û heftane dermanên kîmyawî dibe.

Senai El-Umer bang li rêxistinên mirovahî kir ku alîkariya zarokên wê bike û dermanên îlaca wê peyda bike.

(jh)

ANHA

SEHBA-JINA-BERPISIYARIYA-MELBETA-XWE-RADIKE (2) SEHBA-JINA-BERPISIYARIYA-MELBETA-XWE-RADIKE (3)