Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Li hemberî Erdoganê faşîst em hemû şervan in’

Dîmen

TEBQA – Ji rêveberên Mala Jinê ya bajaroka El-Cirniyê Semîra Xelef got ku ew li hemberî faşîstê Erdogan şervan in û soza şopandina rêya hemû şehîdên YPJ`ê da.

Artêşa Tirk a dagirker û berhamiyên Rêxistina El-Qaîde û çeteyên DAIŞ`ê ji 20`ê çil de dest bi êrîşeke dijwar li ser Efrînê kirin. Di encamên êrîşên ku heta niha dewam dike de, gelek komkujî çêbûne û zêdetirî 100 sivîl şehîd bûne û zêdetirî 300 sivîlî jî birîndar bûne. Balkêş e ku artêşa dagiker çekên NATO û tangên Elmanî li dijî gelê sivîl ê Efrînê bi kar tîne.

Lê ji aliyekî din ve jî şervanên YPG û YPJ`ê berxwedaneke bêhempa li dijî êrîşan dimeşînin.

Artêşa dagirker û terorîstên wê di destpêka Sibatê de bi cenazeyeke şervaneke YPJ`ê lîstin û hinek ji canê wê qut dikin. Li hemberî vê barbariyê, dengê gelê azadîxwaz û demokratîk li tevahiya cîhanê û taybet jinan, roj bi roj bilind dibe.

Di vê çarçoveyê de, ji rêveberên Mala Jinê ya El-Cirniyê Semîra Xelef ev barbarî şermezar kir û gotʺEm wekî endamên Mala Jinê ya El-Ciriniyê ev sûcê bê exlaq û dûrî mirovahî yê artêşa Tirk û çeteyên wê şermezar dikin û tu carî qebûl nakin.ʺ

Semîra da zanîn ku ev kiryar ji bilî kesên hov û xwînmij tu kesî din nake û soza şopandina rêya Avesta Xabûr, Arîn Mîrkan û hemû şehîdên YPJ`ê da.

Semîra Xelef tekez kir ku bi saya berxwedan gelê Efrînê, şervanên QSD û yekîtiya gelan wê Efrînê bi ser bikeve.

Semîra gotʺEm li hemberî faşîstê Erdogan şervan in û wekî  şervana YPJ`ê ku parastina ax û welatê xwe kir em ê jî parastina welatê xwe bikin û nahêkin  ku tu kes axa me dagir bike.ʺ

Semîra Xelef di dawiya axaftina xwe de got ku Arîn û Avesta sembola hemû jinên azadîxwazin.

(kc)

ANHA