Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Herêma Efrînê şer û topbaran

ŞEHBA/EFRÎN – Şervanên Hêzên Şoreşger hewldana pêşveçûyîna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên  wê li derdora gundê  Merenaz ê girêdayî Kantona Şehbayê vala derxistin. Li Kantona Efrînê jî, şer di navbera şervanên YPJ/G û çeteyên artêşa Tirk de rû dide.

Çavkaniyekî taybet ji ji ajansa me re raghandin ku, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan ber bi gundê Merenazê ve bi pêş ve werin, lê li ser bersivdayîna Hêzên Şoreşger neçar man ku gav paşve bavêjin.

Ji aliyekî din ve jî, çeteyên  artêşa Tirk a dagirker gundê Eyn Deqnê, El-Bîloniyê, derdora Herêma Til Rifet û gundê Şêx Îsa yên girêdayî Kantona Şehbayê, topbaran  kirin. Hêzên Şoreşger jî bersiva êrîşan dan, lê derbarê kuştî û birîndarên çeteyan tu agahî nehate bidestxistin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker gundê El-Semoqa û gundên derdora Bendava Şehbayê yên Kantona Şehbayê, di saetên derengiya şevê de topbaran, kirin.

Di demeke ku artêşa Tirk û çeteyên gundên Kantona Şehbayê dabûn ber topan, li eniya rojava ya Herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê li ser topbaran çeteyên artêşa Tirk, şer di navbera şervanên YPG/J û çeteyan de derket.

Di şerê ku heta niha dewam dike de, derbarê kuştin û birîndarên çeteyan nehate bidestxistin.

(kc)

ANHA