Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li herêma Firatê amadekariya mihrîcana zarokan tê kirin

KOBANÊ – Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Kobanê amadekariya lidarxistina mihrîcana zarokan li ser asta herêma Firatê dike.  KOBANI-FESTIVALE ZAROKA (4)

Di bin dirûşmeya ″Bi lîstokên hunerî xeyalên zarokan bixemilînin″ de Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Kobanê amadekariya lidarxistina mihrîcana zarokan dike.

Tê payîn ku dê mihrîcan roja înê ango 13′ê Cotmehê saet di 10.00′an de li navendê were lidarxistin û du rojan dom bike.

Dê komên hunerî yên zarokan ji Kantonên Kobanê, Girê Spî û bajarê Minbicê beşdarî mihrîcanê bibin, hunerên stran, wênexêzî û şanoyê pêşkêş bikin. EVIN

Endama Komîteya Amadekar a mihrîcanê Evîn Berewat anî ziman ku ev cara yekeme ku li ser asta herêma Firatê mihrîcaneke zarokan tê lidarxistine.

Evîn her wiha destnîşan kir ku ew ê hewl bidin bi riya mihrîcanê dilê zarokan şad bikin.

Di vê çarçoveyê de komên hunerî yên ku dê beşdar bibin, perwerde û provayên xwe didomînin.

(mm)

ANHA