Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li herêma Tebqayê milê çandiniyê tê pêşxistin

TEBQA – Hewa û axa Tebqayê ji çandiniyê re guncawe, ji ber vê Komîteya Çandiniyê amadekariya mûsima çandiniyê dike. TBQA-GEL BI DSET CANDINE DKIN (1)

Di vê demê de cotkar ruxsetên çandiniyê werdigirin û pêdiviyên wekî madeyên sotemeniyê, tovên çandiniyê û semadê ji wan re têne peydakirin. Armanca ji vê yekê ew e ku xebatên çandiniyê li herêma Tebqayê jinûve bêne geşkirin.

Rûbera erdên çandiniyê li bajar û gundewarên Tebqayê zêdeyî 9 hezar hektar erdên avî ne.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê endezyar Himêdî Ebdullah da zanîn ku dê mûsima çandiniyê de girîngî ji genim re were dayîn, da ard were peydakirin û pêdiviya herêmê ji madeya nan wer bicihanîn. TBQA-GEL BI DSET CANDINE DKIN (3)

Li herêma Tebqayê xebatên çandiniyê li Cezîret Ayid, El-Huriye, El-Bû Asî, El-Mexed, Xelîc, Ceber, Tiwêhîne, Wasta û Neşabe têne meşandin. Li herêmê rûbera daristanan 181 hezar hektare.

Niha herêma Ebû Qibêi ya rojava ku 22 hezar darên zeytûnan, 3 hezar darên fistiqan û 200 darên tirî lê hatine çandin têne avdan.

Herêma Cizîra Tebqa ku gelek cûreyên daran û gelek gîhayên ku ji bo nexweşiyan wekî derman têne bikaranîn hene. Ev herêm di dema dagirkeriya çeteyan hat paşguhkirin û çeteyan veguherandin navendeke leşkerî.

(mm)

ANHA