Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Hesekê 4 şehîdên Xezeba Firatê hatin oxirkirin

HESEKÊ – Bi hezaran kesî ceanzeyên 4 şervanên YPGʹê yên di Hemeleya Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, spartin axê.HSK-MERASIME-4-SEHIDA3

Bi hezaran şêniyên Hesekê û gundên wê bi aramcna wergiritina cenazeyên şervanên YPGʹê Macid Xelef (Hogir Şedadê), fehed El-Kedro (Ap El-Lêl), Ebdulrehman El-Şiyûx (SIwar Hesekê) û Mehemed Hecî Fetah (Ziyad Hesekê) yên di pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûn, li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê kom bûn. Girseya gel ku bê navber diruşmeyên dilsziya bi şehîdan re beriz dikirin û wêneyên şehîdan rakiribûn, piştî wergiritina cenazeyan bi karwanekî tirmpêlan ber bi girostana şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê derketin rê.

Li riya ketina goristanê girseya gel cenazeyên şehîdan li ser milan kirin û hate goristanê meşiyan. Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgiritinê dest pê kir û paşê endamê Fermandariya YPGʹê Zekî Kobanê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku şervanên YPGʹê ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyan canê xwe feda kirin e û wiha dom kir: ʺŞehîdên me li ser riya azadiyê canê xwe feda kirine.Em jî soz didin wan ku em ê heta dawî şopdarên riya wan bin.ʺHSK-MERASIME-4-SEHIDA2

Di berdewama merasîmê de Hevserokê Karûbarê Şehîdan Mando Xelo û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got ku destkeftî û biratiya gelan bi xwîn a şehîdan û tekoşîna wan hatiye bidestxistin û da zanîn ku dê gelê herêmê heta dawî şopdarên riya şehîdên xwe bin.

Di merasîmê de her wiha Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Kantona Cizîrê Tariq Hesen Hemendî li ser navê Rêveberiya Xweser axivî û got ku gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe bi saya tekoşîna şehîdan gelek destkeftî bi dest xistine û îro bi azadî jiyan dikin.HSK-MERASIME-4-SEHIDA4

Di merasîmê de Hevseroka Desteya Derve ya Kantona Cizîrê Sîham Qiryo li ser navê pêkhateyên suryan axivî û got ku bi saya tekoşîna şehîdan li herêmên Bakruê Sûriyê ewlekarî pêk hatiye û gel bi aramî jiyan dike.

Piştî axaftinan nasnameya cangoriyan ji aliyê Endama Rêveber a Saziya Malbatên Şehîdan Ilham Bekir ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Li ser navê Malbatan jî axaftin hate kirin û biryarê Şehîd Ziyad Hesekêl Şiya Hesekê ku ew jî şervanê YPGʹê ye got ku berheman gelê herêmê pêşkêş dike ne pire ji bo rizgarkirina xakê.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê Şervanê YPGʹê Fehed Kedro  li ser daxwaza malbatên ber bi herêma Şedadê ve hate oxirkirin, da ku li herêma xwe were definkirin  û cenazeyên şehîdên din hatin definkirin.

(dc)

ANHA