Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Hesekê, hevîdtina êlan

 HESEKÊ-Li Kantona Hesekê bi beşdarbûna nûner û rûspiyên êlên Ereb, Kurd û Suryan, hevdîtinek ji bo lihevhatin, hezkirin û aştiya civakî pêk hat. Di hevdîtinê de hate gotin dê ev hevdîtin numuneya Sûriyeke biçûk e û dê pransîpên biratiya gelan xurt bike.HSK-CIVINA-ELI-KURD-EREB-SURYAN ‫(272892417)‬ ‫‬

Li ser vexwendina êla El-Cibûr a li Kantona Hesekê û bi armanca ku hin êlên ereb li hev werin, her wiha ji bo diyarkirina nûnerê êla El-Cibûr, li gundê Til Tewîl ê girêdayî Kantona Hesekê hevdîtinek hate lidarxistin.

Di hevdîtinê de, nûnerên êlên El-Cibûr, Şemer, Begara û Şerabiya yên Ereb, her wiha rûspiyên êlên Suryan û Kurd amade bûm.

Nûnerê Êla El-Cebûr Fewaz El-Zobai, axaftina destpêkê kir û bi xêrhatina beşdaran kirin. El-Zobai anî ziman ku dê ev hevdîtin pranspên biratiya gelan û jiyana hevbeş xurt bike.

Li ser navê êla Deqor a Kurd, Fehed El-Deqorî jî axivî û got ku gelê Sûriyê bi hemû êl, pêkhate û mezhebên xwe wê li hember êrîşên ku ewlehiya herêmê hedef digirin, li ber xwe bidin û tekez kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ‘ê dê li hember hevgirtina gelên Sûriyê têk biçin.

Di hevdîtinê de, Berpirsyarê Partiya Yekîtiya Suryan Gabriyêl Şemûn spasiya hemû êlên ku beşdarî hevdîtinê bûne, kir û got ku ev  hevdîtin numuneya Sûriyeke biçûk e,  ev yek nîşandeya Sûriyeke hevgirtin ku dê bibe bersiva her êrîşan, di serî de êrîşên Erdogan diyar dike.HSK-CIVINA-ELI-KURD-EREB-SURYAN ‫(272892418)‬ ‫‬

Endamên Meclîsa Êlên Ereb a Niştimanî Ekrem Mehşûş ji aliyê xwe de got: “Bi saya keda şehîdan, me karîbû yekîtiya xwe çêbikin, em ê bi vê yekîtiyê li hember hewldanên hêzên ku dixwazin deskeftiyên ku ku Reqa û Bakurê Sûriyê hatine bidest xisitn, bisekinin.”

Piştî axaftinan, Şêx Hesen Mihemed El-Mislit wekî nûnerê êla El-Cibûr hat diyar kirin, her wiha di nava êla El-Cihêş, El-Bû Mûselem û êla Şerbîn  ji aliyekî ve û êla El-Cibûr ji aliyekê din ve piştî 4 salên ji nakokiyan, lihevkirin, pêk hat.

(bb)

ANHA