Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Hesekê navenda sporê hate vekirin

HESEKÊ – Endamên koma Sporê nevendeke xwe li taxa El-Salihiyê  bi merasîmekê vekir.HSK-VEKIRINA-NAVENDA-SIPORE4

Nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên bajarê Hesekêk beşdarî vekirina navenda Sporê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Paşê Serokê Navenda Hesekê ya Werzişê Macid Mensûr axivî û ev tişt anîn ziman: ʺDi serî de û bi durişmeya ʹWerziş me kom dikeʹ ez bi xêrhatina amadebûna we hemiyan dikim û dibêjim hazirbûna we ji bo koma me destek û piştgirî ye.ʺ

Mensûr di axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî lidarxistina Yekîtiya Werzişê ku di bin sîwaneya Meclîsa Werzişê ya Hesekê de hat lidarxistin, hin pirsgirêkên di salên borî de derketine pêş hatin gotûpêh kirin, ji ber vê yekê biryar hat standin ku ji bo piştgirî û destekdayîna kadroyên werzişê yên bajarê Hesekê navendek bê vekirin.

Mensûr spasiya şaredariya gel kir ku piştgirî û desteka navenda werzişê kiriye û daxuyakirin ku werziş wiha ye ku têkliyên civakî û ramanên ciwanan xurt dike, her wiha exlaq û silûkê baş di nava ciwanan de dafirîne.

Serokê Navenda Werzişê ya Hesekê wiha dawî li axaftina wxe anî û got: ʺ Hêvîdarim hezkiriyên werzişê di van şert û mercên dijwar de destekê bidin Navenda Werzişê û têkiliyan xurt bikin da ku em bigihêjin armancên xwe.ʺ

Merasîma vekirina Navendê bi pêşkeşiyên lîstika Teykwando ji aliyê dibistana Pilingên Teykwendo ve hatin pêşkêşkirin û çend tabloyên mozîk û stranan, bi dawî bû.

(rr)

ANHA

HSK-VEKIRINA-NAVENDA-SIPORE2 HSK-VEKIRINA-NAVENDA-SIPORE3