Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Hindistanê helîkopterek leşkerî ket xwar, 7 kes mirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li herêma Çiyayê Tawang a eyaleta Arunaçal Pradeşê bakurê yê dikeve rojhilatê Hindistanê helîkoptera leşkerî ket xwar. Di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Midûriyeta Ewlehiyê ya Hindistanê ragihand ku li herêma Çiyayê Tawang a eyaleta Arunaçal Pradeşê helîkoptereke Hêza Hewayî ya Hindistanê ket xwarê.

Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlehiyê ya Hindistanê de bê ku sedema ketina helîkopterê were destnîşankirin, tê gotin ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.