Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Hiwêce goreke kom hate dîtin

NAVENDA NÛÇEYAN – Hate ragihandin ku li qezaya Hiwêce ya rojavayê Kerkûkê goreke kom a leşker û polîsên Iraqê hate dîtin.

Çavkaniyên ewlekarî yên Iraqê ragihandin ku li qeza El-Hiwêce ya rojavayê parêzgeha Kerkûkê, goreke kom a cenazeyên leşker û polîsên Hiwece hate dîtin.

Derbarê mijarê de, Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê  daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên wan goreke bi kom a cenazeyên leşker û polîsên Iraqê ku çeteyên DAIŞ‘ê ku çeteyên DAIŞ‘ê li gundê El-Begara yê girêdayî Hiwêce kuştibûn, dîtin.

Fermandariyê her wiha diyar kir ku ew ê li gorî yasayan gorê vekin û cenazeyên tê de kontrol bikin.

 (rr)

ANHA