Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Holê şehîdên Berxwedana 14ʹê Tîrmehê hatin bîranîn

HESEKÊ – TEV-DEM`ê li bajarokê Holê şehîdên 14 Tîrmehê û Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi civînekê bibîranî.HSK-14-TIRMEHE (3)

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo bîranîna şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê û Şoreşa 19`ê Tîrmehê li dibistana bajarokê Holê civîneke li darxist.

Civîn bi beşdariya dehan welatiyan bi rêzgirtinê destpê kir, paşê endamê Rêveberiya TEV-DEM`ê Sebrî Kulo axivî û wiha got: “Ji destpêka dîroka kurdan ve, Kurd li hemberî zulim û înkarkirinê li ber xwe didin. Şehîdên berxwedana 14ʹê Tîrmehê li dijî zulma dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dan û bûn sembola berxwedan û tekoşîna gelê herêmê.ʺ

Gulo di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku destkeftiyên gelên Rojava-Bakurê Sûriyê berhema Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye û  bi rihê berxwedana Şhîdên 14ʹʹê Tîrmehê tekoşîn hatiye meşandin.HSK-14-TIRMEHE (4)

Endamê Rêveberiya TEV-DEM`ê Sebrî Gulo di dawiya axaftina xwe de jî got ku gelê Sûriyê rastiya dewleta Tirkiyê ya dijber nas kiriye û li ser vî esasî wê gelê Rojava-Bakrê Sûriyê li dijî dagirkiriya wan û êrîşên wan sîstema xwe ya parastinê xurt kiriye.

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana 14`ê Tîrmehê bi dawî bû.

(jo)

ANHA

HSK-14-TIRMEHE (1)