Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Idlibê wê çi bibe-1

ERDOGAN ALTAN

Piştî şer û pêvçûnên di navbera Ehrar El Şam a girêdayê dewleta Tirk û Tahrîr El Şam (Cebhet El Nûsra) ku di navbera 18 û 23’ê tîrmehê de qewimîn, gelek hevsengiyên li Îdlibê guherîn. Ji gelek heremên bi pêvçûn an jî bê pêvçûn Ehrar El Şam xwe kişand û Tahrîr El Şam derbasî bajar û navçeyên girîng ên weke Îdlib, Deriyê Sînor a Bab El Hawa, Cısır El Şixûr, Atmê û navçeya Dana bû. Bê gûman hêza ku di vê şerî de bi ser ket koma çeteyên Tahrîr El Şam bû. El-Qaîde ya ku dendikê çeteyên Tahrîr El Şam e bi wî awayê serweriya xwe di herêma Îdlibê de ava kir. Ji ber vê yekî jî hevsengiyên li Îdlibê ji nû de hat guhertin û her hêz li gor xwe hemleyên nû pêş dixin.

El-Qaîde hewil dide hebûna xwe mayînde bike

Piştî şerê li Îdlibê hêza sereke ku kete nava liv û tevgerê komên çete yên wek e berdevkê El-Qaîde tê nasîn Tahrîr El Şam bû. Tahrîr bê ku bikeve serxweşiya serkeftinê dest bi gavên siyasî kir û hewil dide ku hebûna xwe li Îdlibê mayînde bike. Ji bo vê jî hat gotin ku hewil dide ku gavên civakî û siyasî bavêje. Berdevkiya Tahrîr El Şam di 25’ê tîrmehê de daxuyaniyek belav kir û bang li hemû pêkhateyên heremê û komên çete yên li herêma Îdlibê bi cih bûne kir û ragihand ku ew her kesî dawetê tevlîbûna rêveberina herêma Îdlibê ya ku ji hêla Tahrîr El Şam ve hatiye amadekirin bibin. Ev proje jî wek e Tahrîr amadeye ku rêveberiyên bajaran teslîmê rêveberiyên sivîl bike û hemû çeteyên xwe yên çekdar li dora bajaran di cebheyan de bi cih bike.

Hat destnîşankirin ku li ser vê esasî çeteyên Tahrîr El Şam di herêma Îdilbê de bi rûsipiyên heremê re civîn lidarxistiye û piştgiriya wan xwestiye. Hat gotin ku piştî civînê di 27’ê tîrmehê de çend rûsipî û şêxên heremê piştgiriya xwe ji bo projeya Tahrîr El Şam eşkere kirin.

Yê herî balkêş ew e ku çima koma Tahrîr El Şam (El Nûsra) piştî ku Ehrar El Şam ji heremê tasfiye kir “Xilafetî” ya xwe ranegihand, di cihê wî de dest bi avakirina rêveberiyek sivîl kirin? Hat gotin ku sedema wê ew e ku çeteyên Tahrîr El Şam yanî El Nûsra ji destpêka şerê Sûriyê ve li Îdlibê avakirina xilafetiyê nedabûn

pêşiya xwe. Ji ber ku El-Qaîde dixwaze bi riya projeya xwe ya Tahrîr El Şam re piştî Afganîstanê navenda duyem a leşkerî û perwerdehiyê ava bike. Tê zanîn ku Gruba Xorosan a ku dendikê El-Qaîdê ye li Îdlibê bi cih dibe. Mirov dikare Koma Xorosan wek e odeya çalakiyên stratejîk a li dijî dewletên rojavayî (Ewropa) pênase bike. Ev grub berê yekser girêdayê Usama Bîn Ladîn bû û di plankirina êrîşa di 11 îlon a 2001’an li Amerîka (Kuleya cêwî) de amade bû. Ji bo El-Qaîdê li rojavayê Sûriyê karibe berdewama “Biryargeheke leşkerî” ava bike jê re herêmek ewlehî an jî heremekî di bin qontrola wî de pêwîst dikir, ev herem jî herêma Îdlibê ye. Vê yekî jî niha dixwaze bi riya projeya rêveberiya sivîl a Tahrîr El Şam pêş bixe. Ji ber ku Tahrîr El Şam dizane eger “Xilafetiyê” li Îdlibê îlan bike wê bibe hedefa hemû hêzên navneteweyî.

Di destê Tirkiyê de çi ma?

Di şerê Îdlibê de ya ku herî zêde binket dewleta Tirk bû. Pir sir nebû ku dewleta Tirk dixwest bi riya çeteyên Ehrar El Şam derbasî Îdlibê bibe, çeteyên Tahrîr tasfiye bike û Efrîn bixe bin dorpêçê û ambargoya ku bi hevkariya Îran, rejîm dabû destpê kirin xûrtir bike. Ji ber hatibû ragihandin ku projeya dewleta Tirk li dijî Efrînê vekirina korîdorek a ji Ezazê heta Îdlibê bû û dixwest vê yekî jî di ser tevahî dagirkirina Til Rifat de pêk bîne. Lê halê hazir pêşiya wî hate girtin. Niha jî dewleta tirk di lêgerînekî ku hemleyekî nû pêş bixe. Ji ber ku eger hemleyekî nû û biserkeftî pêş nexe wê di heremê de hale dewleta tirk ne tu hal be û gav bi gav herêma Mertalê Firatê ji destê wî derkeve. Ji ber ku çend roj berê ji hêla rêveberiya Trump ve ji ber CIA di projeya xwe ya bi MÎT’ê ya herêma Mertalê Firatê de li bin ket wek cezayek bide CIA yê, ew projeya destekdayîna komên çete yên heremê paşde vekişand. Lewra dewleta tirk û komên çete yên di nava Artêşa Sûriya Azad (ASA) yê di êrîşa ser Efrînê de li navçeya Eyn Deqnê de têk çû, Ehrar El Şam a ku mîsogeriya dewleta tirk a di Îdlibê de li dijî Tahrîr têk çû, prestîjek mezin winda kir.

Lê pirsa esasî ew e ku di destê dewleta Tirk de çi ma ye? Hêza esasî ya dewleta tirk ku ji bo siyaseta xwe ya li Îdlibê û Bakurê Sûriyê bikaranî çeteyên Ehrar El Şam bûn. Lewra, di derxistina çeteyên ji Helebê heta civînên Astana mutefîkê esasî û hêza esasî ji bo siyaseta dewleta tirk li ser erdê Sûriyê komên çete yên Ehrar El Şam bû.

Berdevkiya Ehrar El Şam di 1’ê tebaxê de bi awayek fermî ragihand ku serçeteyê wan a giştî guherî, Elî Omer îstîfa kir û di şûna wî de Hassan Safwan wek e serçeteyê giştî hatiye hilbijartin. Diyar dibe ku piştî binkeftina di Îdlibê de di nava Ehrar de guhertinan dike. Lê li gor tevlîheviyên heyî dewleta tirk bi van guhertinan ne mimkune hemleyek nû li Îdlibê bide destpê kirin. Armanca van guhertinan ew e ku çeteyên Ehrar El Şam bi giştî tasfiye û belav nebin. Lê li gel vê jî nikare pêşiya belavbûnê bigire, lewra 21 taburên di nava çeteyên Ehrar El Şam de derbasî nav çeteyên Tahrîr El Şam bûn. Hejmara çeteyên din li Idlibê jî pir kêmin û di bin bandora çeteyên Tahrîr de ne.

ANHA

SIBA: Li Idlibê wê çi bibe-2