Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Idlibê wê çi bibe-2

ERDOGAN ALTAN

Dewleta Tirk piştî têkçûna Ehrar a di Îdlibê de hê jî dev ji lêgerîna ketina Îdlibê bernedaye. Niha jî hewil dide ku bi artêşa xwe (TSK) bikeve Îdlibê. Malperên ragihandina AKP/Erdogan nûçeyên derbarê vê mijarî de diweşîn in. Lê çeteyên Tahrîr li dijî van nûçeyan bi daxuyaniyekî bersivek da û got “Şoreş berdewam e”, ev jî peyamek ji bo hewildana dewleta tirk e. Tahrîr, da zanîn ku wan biryar daye ku eger dewleta tirk derbasî Îdlibê bibe wê li dijî wî şer bike. Ji bo vê jî Tahrîr hemû hêzên xwe yên li heremên din kişande Îdlibê. Li ser vê esasî hêzên xwe li bajarê Arsal a ku dikeve ser sînorê Sûriye û Lubnanê paşde kişand û lihevkirinek bi Hizbûllahê re pêk anî. Hat gotin ku di encama lihevkirinê de wê veguhestina 9 hezar çete û malbatên wan ji bajarê Arsalê ber bi Îdlibê ve bên şandin.

Dewleta tirk ku vê hemleyî dît, di çerçoveya lêgerîna xwe ya ketina Îdlibê de, ji bo li ser hin mijaran têkilî bi El Nûsra re deyine şandeyek şand. Ev şande jî bi riya koma Nûredîn Zenkî ya girêdayê ASA ye, ji ber jinimêj ve têkiliya wan bi El Nûsra re hebû, şandibû. Mijara danîna vê têkilî baş nehat zelalkirin lê li gor çavkaniyên heremê, eger Tahrîr El Şam ango El Nûsra qebûl bike, dewleta tirk bikeve Îdlibê û bi Tahrîr re êrîşê ser Efrînê bike, her wiha bazirganî û munazamatên ku alîkarî bişînin Îdlibê wê Deriyê Sînor a Bab El Hawa ya sînorê navbêra Tirkiye û Îdlibê de ye, bi temamî veke. Tahrîr vê yekî qebûl kiriye an na baş nayê zanîn. Lê dibe ku Tahrîr qebul nekiribe ji ber ku şerê di navbera Tahrîr û Ehrar de piştî biryara rêveberiya Trump a wê piştgiriya dida komên çete yên heremê qût bike, destpê kiribû. Tahrîr jî vê biryarî wek e firsendek dîtibû û pêvçûnek wisa dabû destpê kirin.

Li aliyê din tê gotin ku dibe Tahrîr El Şam ev teklîf jê re cazîb hatibe û ji bo wî projeya xwe ya rêveberiya bajêr bide sivîlan pêk bîne, qebûl kiribe. Li gor hin pisporan jî, tê nirxandin ku jixwe şerê li Îdlibê pêk hatî lîstikekî dewleta tirk bû.

Rastiyekî din jî heye dewleta tirk çewa di xeta Ezaz-Bab de di Îdlibê de jî bi komên çete yên cîhatkar-selefî re hevkarî de israrkirin, di serdema nû ya ku DYA û Rûsya dixwazin hevsengiyek nû bigirin de pir rîsk e. Ango lîstikên wiha wê ya hêzên bihilhile, biheje û di hevsengiyek baş nebîne wê têk bibe.

Amerîka ket nav de

Di derbarê pêşketinên li Îdlibê daxuyaniya ewil a Amerîka ji aliyê Berdevkê Taybet a Di Şerê Dijî DAIŞ’ê Brett McGurk ve hat dayîn. McGurk ku di 27’ê tîrmehê de tevlî nîqaşên ji hêla navenda lêkolînên stratejîk a bi nave Middle East Center bû, got “Piştî êrîşên di 11’ê îlona 2001’an de rêxistina terorê El-Qaîde ya li Amerîka kir, heremek ewle ya herî mezin li bin sînorê Tirkiyê li Îdlibê ava kir.” McGurk di berdewamiya axaftina xwe de aşkere kir ku çeteyên El-Qaîde ji asîman ne hatine Îdlibê, lê wê Amerîka ji bo çareserkirina pirsgirêka Îdlibê bi Tirkiyê û hêzên din re bixebite.

Gotinên Brett McGurk di destpêkê de cûr bi cûr hatin nirxandin. Çapemeniya dewleta tirk jî destpêkê daxuyaniya McGurk wek e alîkarîdayîna Tirkiyê girt dest û dest bi propagandayê kir ku wê Amerîka, Rûsya û dewleta tirk li Îdlibê dijî çeteyên Tahrîr El Şam şer bikin. Lê piştî çar rojan dewleta tirk encax têgihişt û gotinên McGurk rast şîrove bike. Ji ber ku Berdevkê Serokkomartiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin bi awayek bersivdayîna McGurk û wiha got: “Kes nikare hebûna rêxistinên terorê li Îdlibê girêdayê Tirkiyê bike.” Yanî Îbrahîm Kalin, gotinên McGurk rast fêm kiribû. Ji ber ev daxuyaniya McGurk a “Çeteyên El-Qaîdê ne ji asîman hatine Îdlibê” dihat wateya, ew ji aliyê dewleta tirk ve ketine Îdlibê û têkiliyên dewleta tirk hêj jî bi vê rêxistina teror re heye.

Eger mirov bikeve şîroveyên gotinên Brett McGurk, di derbarê fikir, siyaset û hewildanên Amerîka ya li Sûriyê çend mijar aşkere dibin. Diyar bû ku wê Amerîka jî di demên pêş de li Îdlibê hîn zêdetir mudaxil bibe. Amerîka wê li Îdlibê hebûn Tahrîr El Şam qebûl nake. Li ser vê esasî nakokiyên dewleta tirk û Amerîka derkevin pêş. Çima Amerîka daxuyaniyên ku ya dewleta tirk bi destekdayîna El-Qaîde sûcdar dikin dide? Tê zanîn ku di gelek mijaran de têkiliya dewleta tirk û komên girêdayên El-Qaîdê bi hev re heye. Lê dewleta tirk şensekî xwe ceriband ku Tahrîr El Şam ji heremê tune bike. Lê ev siyaset şikest. Piştî şikandinê, niha dîsa di nav lêgerînekî de ye. Ji bo vê yekî jî her tim ji îhtîmala lihevkirinekî jî vekirî ye. Vê îhtîmalî jî çewa me li jorê anî ziman dixwaze bi riya çeteyên Nûreddîn Zenkî û Cebheya Tirkmenan a bi MÎT’ê ve girêdayî ne re pêk bîne.

Amadekariyên şerê mezin

Eger em pêşketinên dawî tenê di çerçoveya nakokiyên di navbera dewleta tirk û Tahrîr El Şam de binirxînin wê ev şîrove kêm bimîn e. Di rastî de hem di daxuyaniya Brett McGurk, hem jî di tevgerandina çeteyên Tahrîr de aşkere dibe ku amadekariyên şereke mezin a li Îdlibê tê kirin û ev şer dê ne di navbera dewleta tirk û Tahrîr El Şam de bimîne. Ji ber ku Îdlib careke din ji nû ve bû mijara bazirganiyê ya di navbêra hêzên navneteweyî û heremî de. Projeya dewleta tirk heta niha ya li Îdlibê tu encam negirt. Ji ber vê yekî Rûsya jî û rejîm jî piştgiriya xwe ya ji bo Tirkiyê kêm kirin û şûna wî de ew bixwe mudaxil bûn û ketin tevgerê.

Bi taybet li milê rojavayê Helebê pêvçûnên di navbera çeteyên Tahrîr El Şam û rejîma Sûrî de cih bi cih derdikeve. Di heman demî de Amerîka jî tevgerandina xwe ya hewayî zêdetir kir. Tê zanîn ku piştî civînên Astana Îdlib jî wek e “herêma bê pêvçûn” hatibû ragihandin. Ji wir û şûnde tu balafir li ser Îdlibê nefiriya. Lê di 2’ê tebaxê de cara yekem balafirên keşfê yê Amerîka bi şiklek operasyonî li Îdlibê destpê kirin.

Di heman demî de tevgerandinek mezin di nav çeteyên Tahrîr El Şam li seranserê Sûriyê û Lûbnanê pêş dikeve. Tahrîr li derveyê Îdlibê hemû heremên ku berê tê de xwe bi cih kiribû yan radestê rejîmê an jî Artêşa Azad dike. Li Arsal li sînorê Lûbnanê xwe paşde kişand û tevî 9 hezar endam û malbatên wan ve derbasî Îdlibê dibe. Heman tişt li Şamê li rojhilatê Xûta jî pêş dikeve. Wisa xûyaye ku Tahrîr El Şam hemû hêza xwe li Îdlibê kom dike. Eger El-Qaîde û baskê wî ya li Sûriyê Tahrîr El Şam tenê ji bo pêşî li operasyona dewleta tirk bigire, nexwe çima pêwîstî dît ku dev ji her derê berde û xwe li Îdlibê kom bike. Dibe ku ev şîrove hin zû be, lê xuya dike ku çeteyên Tahrîr amadekariyên şereke hebûn û tûnebûn dike. Ji ber vê yekê ne mimkun e ku çeteyên Tahrîr ewqas tevger tenê li dijî dewleta tirk pêş bixe, di nava vê de bi taybetî ev tevger an jî amadekarî li dijî lihevkirina Amerîka û Rûsya ya ji bo Îdlibê ye.

Ji ber vê yekî jî Amerîka û Rûsya ku di mijara Îdlibê de lihevkirine, hêza ku destekê bide komên çeteyan wê bibe qûrbana polîtîkaya xwe ya şaş a di heremê de.

DAWÎ

ANHA