Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Îranê 100 kes hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Îranê Arak bi hinceta ku tevlî çalakiyan bûne 100 kes hatin biçavkirin.  

Li Îranê û Rojhilat çalakiyên gel ên li dijî hejarî, gendelî, bêkarî, polîtîkayên zextê yên rejîmê berdewam dikin.

Waliyê Arakê Alî Axazade diyar kir ku 100 kesên ku di nav sînorê bajarê Arakê de tevlî çalakiyan bûne hatine binçavkirin. Nehate gotin bê ka kesên ku hatine binçavkirin li kûderê têne girtin.