Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Iraqê êrîş: mirî û birîndar hene

NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Hît a ser bi wîlayeta Enbar a li rojavayê Iraqê, di êrîşeke xwekujî de ku li kafeyekê hate kirin, 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 8 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên Iraqî ve hatin dayin, li navçeya Hîtê ya wîlayeta Enbarê, êrîşkarekî xwekuj kete nava kafeyeke ku bi giranî entellektûel û ciwan lê ne û bombeya li ser xwe teqand. Di encamê de 7 sivîl mirin, 8 jî birîndar bûn.

Piştî êrîşê, li navçeyê ji bo demekê derketina derve hate qedexekirin.

(kc)