Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Iraqê hejmareke çete hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN– Li rojavayê parêzgeha Enbarê 4 erebeyên çeteyên DAIŞ‘ê hatin rûxandin û  li cihekî din jî 3 endamên wan hatin kuştin.

Balafirên şer ên Koalîsyona Navnetewî ya şerê li dijî DAIŞ‘ê li bajarê Rawh ê dikeve rojavayê parêzgeha Enbarê 4 erebeyên çeteyên DAIŞ‘ê hedef girt. Di encamê de, her çar erebe hatin rûxandin û çeteyên tê debûn hatin kuştin.

Li herêma Mitîbîcê ya di navbera Selahedîn û Diyala de,  balafiran noqteyeke çeteyan bombebar kirin, di encama bombebarana ezmanî de li gorî agahiyên destpêkê 3 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên Sumeria News ew noqte ji bo pêşwazîkirina çeteyên ku bi dizî ji herêma Hiwêca diçin El-Mitîbîcê û ji wir bi riya Hawiya Mezin diçim Diyala û Selahedîn e.

(bb)

ANHA