Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Îska şer didome, gel jî piştgiriya YPG`ê dike

EFRÎN- Li gundê Îska di navbera şervanên YPJ/YPG`ê û çeteyên dewleta Tirk şer dijwar bûye û şêniyên gund bi şervanan re li hemberî êrîşa çeteyan li ber xwe didin.SIREWA-SER-LIGUNDE-ISKA (3)

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di saet 3:00`ê ji aliyê kelha Semean ve ji du aliyan ve bi çekên giran êrîşî gundê Îska yê navçeya Şêrawa ya girêdayî Kantona Efrînê kirin. Şervanên YPJ/YPG`ê jî bersiv dan êrîşa çeteyan.

Nûçegîhanên me raghandin ku şer di navbera şervanan YPJ/YPG û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî didome.

Şêniyên gundê Îska jî ji bo parastina gund û xaka xwe bi şervanên YPJ/YPG`ê re bersiv didin êrîşa çeteyan.

Şer hîna didome û derbare ziyanên ku hatine dîtin hîna tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.SIREWA-SER-LIGUNDE-ISKA (1)

(np)

ANHA