Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Îspanyayê êrîş: 1 mirî, gelek kes birîndar bûn

NAVENAD NÛÇEYAN – Li bajarê Barşelona yê Îspanyayê di encama ajotina wesayîtê ya li ser peyayan, kesekê jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê polîsên Herêma Katalonya yê ve hate kirin, li qada bi navê La Rambayê kamyonekî spî bi ser peyayan ve ajot.

Di nava agahiyan de êrîşkar piştî ku kamyon bi ser payayan ve ajot reviyaye, kamyon jî piştre bi awayekî terkirî hate dîtin.

Li gorî nûçeya rojnameya El Parîs a ku çavkaniyên xwe spartin nexweşxaneyê, di êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest daye. Di bûyerê de 20 kes birîndar bûne.

(kc)