Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li kampa Eyn Îsa hejmara koçberan zêde dibe

GIRÊ SPÎ – 150 malbatên Reqqayê ku herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ′ê de koç kirine, li kampa Eyn Îsa bi cih bûn.MIHEMED SARI

Şervanên QSD′ê ber bi bajarê Reqqayê ve pêşve diçin. Şêniyên herêmên ku hê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ′ê de ne, ber bi herêmên rizgarkirî ve diherikin.

150 malbatên ku ji bajarê Reqqayê koç kirine li kampa Eyn Îsa bi cih bûn. Koçber çîrokên xwe vegotin û dane zanîn ku çeteyên DAIŞ′ê destûr nedida ku şênî ji bajêr derkevin û kesên ku hewl didan birevin jî, hedef digirtin.

Koçberê bi navê Mihemed El-Sarî anî ziman ku ew ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê reviyan û spasiya hêzên QSD′ê kir ku bi wan bûne alîkar û jiyana wan bi ewle kirin.

Koçbera bi navê Reca El-Ewed jî diyar kir ku çeteyan nehiştin ku sivîl xwe bigihînin herêmên rizgarkirî û destnîşan kir ku dema ku gihîşt kampê, bi ewlehiyê hîs kir.NECAH EL IWED

Li kampa Eyn Îsa zêdeyî 3 hezar koçber bi cih dibin. Kamp ji aliyê Komîteya Kar û Barên Koçberan a girêdayî Rêveberiya Xweser a bajarê Girê Spî ve, tê birêvebirin.

(mm)

ANHA