Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li kampên belave rewşa koçberan çawa ye?

Dîmen

SEMÎRA DAWÛD

GIRÊ SPÎ – Li rex tunebûna alîkariya rêxistinên mirovahî bêtirî 1500 koçberên Dêrazorêdi nava rewşeke xirab de ne û di kampên belave de hatine bicihkirin.

Bi sedan malbatên bajarê Dêrazor û El-Bûkemalê ji ber topbaran û êrîşên hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ`ê li ser herêmê, berê xwe didin herêmên bi ewle û li gundewarên bajarê Reqayê ku ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin û  li wir kampên belav bûyî ava kirin. Tenê konek û pariyek nan têra wan dike ku jiyana xwe bidomînin.GRI SPI-RIWŞA KOCBRA (1)

Hejmara koçberên ku bi awayekî belave li wan deveran bi cih bûne gihîşt hezar û 500 koçberî ango zêdeyî 200 malbat. Ji wan 90 malbatan li gundê EL-Recim EL-Ebiyed di 30 konî de bi cih bûne.

Kampên belave li hemû gundewarên Reqayê mîna gundê EL-Reşîd ê dikeve bakur-rojavayê bajarê Reqayê, gundê EL-Recim EL-Ebiyed, Sikeriya û gundên ku dikevin xeta di navbera EL-Recim EL-Ebiyed û gundê EL-Zehra yê gundewarên bakurê Reqayê, belav bûne.

Koçberên li wan deveran di nava rewşeke xerab de ne. Koçber jji xizmetguzariyên wekî av, ceyran û xwarin mehrûm in. Tenê şêniyên wan gundan alîkariya koçberan dikin.

Rêxsitinên alîkariyê rewşa kampên belav bûyî û tu alîkariyê li wan belav nakin. Koçberên li wan kampan dimînin debarên xwe bi karên di nava zeviyan de dikin.

Girêdayî mijarê gelek koçberên li wan kampan dimînin ji ajansa me (ANHA) re axivîn û bang li rêxistinên mirovahî kirin ku destek bidin wan û alîkariya wan bikin.

Her wiha koçberan di axaftinên xwe de gotin ku gelek zarokên wan ji ber tunebûna derman û cilên zivistanê di rewşeke kempax de ne.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ji ber serme û kêbûna derfetan 3 zarokan li kampa Recim El-Ebyed  jiyana xwe ji dest dan.

(bx)

ANHA