Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li kantona Efrînê daxwaznameyên ji bo bernamzetên meclîsan dest pê kir

EFRÎN – Komseriya Bilind a Hilbijartinan  a Kantona Efrînê, dest pêwazîkirina daxwaznameyên ji bo bernamzetiya meclîsên rêveberiyên herîmî yên kanton, herêm û navçeyan, kir.EFRIN-DESPEKIRNA-TELEBAT-YA-MEFAWADEYE (2)

Li gorî komseriyê wê daxwazên bernamzetiyên ji bo meclîsên kanton, herêm û navçeyan heta destpêka vê mehê pêşwaz bikin. Paşê navên kesên ku xwe ji bo bernamzetiyên meclîsê  pêşniyar kirine, wê werin nirxandin û piştî du hefteyan wê encam werin eşkerekirin.

Belgeyên ji bo bernamzetiyê: Kopyek ji nasnameya keyastî,  belgeyek ji komînê, hevpeyama  ku ji bo tu meclîsên din navê xwe pêşniyar neke, pêwîst e ne endamekî saziyên leşkerî be, ger endamekî partiyekê bê, pêwîst e logoyê partiyê û kopyekî ji rûxestê ji komseriyê werbigre.

Komseriya Bilind a Hilbijartinan di 17`ê cotmehê de bi daxuyaniyekê raghandin ku li tevahî herêmên Bakurê Sûriyê, wan deriyê pêşwazîkirina bernamzetên ji bo meclîsan, vekir.

(kc)

ANHA