Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li kantona Efrînê hilbijartina hevserokên meclîs û şaredariyan didome

EFRÎN – Li herêm û navçeyên girêdayî kantona Efrînê hilbijartinên hevserokên meclîs û şaredariyan didome.

ŞERA

Meclîsa Kantona Efrînê ji bo hilbijartina hevserokên meclîs û şaredariya bajaroka Qetma civîneke li dar xist.

Civînê li salona civînan a bajarokê hate lidarxistin. Di civînê de endamên meclîsa bajarokê, Cîgirê Hevseroka Meclîsa Rêvebera Kantona Efrînê Ebdulhemîn Mustefa, Cîgira Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Esmehan Hesen û Cîgira wê Şerîf Cemo, Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Demokratîk a Federaliya Sûriyeyê Nadir Reşîd, Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz a kantonê Mustefa Hûrî, Hevseroka Komîteya Şaredarî û Ekolojiya ya Kantona Efrînê Nûrşan Hisên amade bûn.

Di civîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, rêziknameya xebatên komîn û meclîsan hate xwendin. Paşê endamên meclîsa bajaroka Qetma sond xwarin.

Ji bo diyarkirina hevserokên meclîsa bajarokê hilbijartin hatin kirin. Di encamê de Nesîba Mihemed Hemdûş û Nebîh Yasîn wekî hevserok û Ferhad Ebdulhenan û Narîman Ehmed Ebdullah wekî cîgir hatin hilbijartin.

Cemaledîn El-Kerût û Fatima Mihemed Selman bûn hevserokên Şaredariya Gel a bajaroka Qetma hatin hilbijartin.

MABATA

Bi armanca hilbijartina hevserokên meclîs û şaredariyê yên bajarokên Mîrkan û Şêxotka yên girêdayî navçeya Mabata ya kantona Efrînê du civînên cuda hatin lidarxistin.

Di herdu civînana de, Hevserokê Meclîsa Rêveber a herêma Efrînê Osman Şêx Îsa û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Efrînê Mihemed Seyîd, Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hêvîn Hisên û endamên herdu bajarokan amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kirin. Paşê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Osman Şêx Îsa girîngiya avakirina meclîsan destnîşan kir û daxwaz ji endamên meclîsê kirin ku erka xwe ya xizmeta civakê baş pêk bînin.

Di civînê de her wiha rêziknameya komîn û meclîsan hate xwendin, paşê jî endamên meclîsê sond xwarin.

Paşê hilbijartin dest pê kirin. Li gorî piraniya dengan Mihemed Şukrî Xoce û Helîma Cafer wekî hevserokên meclîsa bajaroka Mîrkan û Xaliya Hemo û Nûredîn Zeyno jî wekî cîgir wan hatin hilbijartin.

Di hilbijartinên hevserokatiya şaredariya bajaroka Mîrkan de Cîhan Henan û Ferîd Hemo bi ser ketin.

Di hilijbartinên hevserokên meclîsa bajaroka Şêxotkayê de Nîhad Seydo Ebdulezîz û Fatima Elo bi serketin û Mihemed Menan û Şaziya Mustefa hatin hilbijartin. Her wiha Idrîs Mihemed û Ehmed Menan jî bûne hevserokên Şaredariya Bajaroka Şêxotka.

CELEME

Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê civîneke ji endamên bajaroka Celeme ya girêdayî herêma Cindirsê re li dar xist.

Civîn li gundê Tilselor ê girêdayî bajaroka Celeme hate lidarxisitn.

Di civîn de, rêziknameya komîn û meclîsan hate şîrovekirin. Her wiha endamên meclîsê sond xwarin

Paşê hilbijartin dest pê kirn. Di encamên hilbijartinan de, Sena Berekat û Farûq Kedlo bûne hevserokên meclîsa bajarokê û Yasmîn El-Xûbarî û Ibrahîm El-Asî jî wek cîgirên wan hatin hilbijartin.

Di hilbijartinan Zuleyxa Misto û Ekrem Bakîr jî bûne hevserokên Komîteya Parastina Ekolojiya û Şaredariyan hatin hilbijartin.

(bb)

ANHA