Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Kantona Efrînê şanoyeke Monodrama hat pêşkêşkirin

EFRÎN – Di mihrîcana Mîtan de yekem care şanoya Monodrama ya bi navê ″Şeva xelatkirinê″ hat pêşkêşkirin.EFRIN-BERDEWAMIYA-FESTIVALE1 (5)

Mihrîcana Mîtan di roja 5′yemîn de bi pêşkêşkirina şanoyan didome. Îro yekem care li Kantona Efrînê şanoyeke Monodrama ya bi navê ″Şeva xelatkirinê″ tê pêşkêşkirin.

Hola Navenda  Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê ji bo temaşekirina şanoyê tijî bû.

Di şanoyê de lîstikvan Raperîn Hesen Kelkanî gelek rol dilîstin. Nivîskarê şanoyê Ciwan Can e û derhêner Hîwa Betale.EFRIN-BERDEWAMIYA-FESTIVALE1 (4)

Di şanoyê de diyar dibe ku xwendekarek dixwaze şanoyekê pêşkêş bike lê mamosteyê wî vê yekê red dike. Xortek li benda hezkiriya xwe ye. Bavê keçikê pêşeroka wê diyar dike. Her wiha serdegirtina malan û lêdana leşkeran ji aliyê serbazên bêbext ve.

Di dawiyê de temaşevanan derbarê şanoyê de nêrînên xwe dan.

Tê payîn ku di roja 6′emîn de şanoya bi navê ″Fîl″ were pêşkêşkirin.

(mm)

ANHA