Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Kantona Şahbayê amadekariya hilbijartinan tê kirin

ŞAHBA – Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Şahbayê propagandaya hilbijartinan didomîne û kartên hilbijartinan amade dike.HISEN-WILO

Di çarçoveya amadekariya hilbijartinên Komînan de, li herêmên ″Til Rifet, Ehrez, Kefer Naya û Fafîn″ ên Kantona Şahbayê birûşûr hatin belavkirin û pankartên ″Komîn pêşeroja me ye, dengê xwe bidin Komîna xwe, bi hêza jinê em ê Sîstema Federal û Demorkatîk ava bikin″ hatin daliqandin.

Propagandaya hilbijartinan ji aliyê Komîteyên komîseriya hilbijartinan a Kantona Şahbayê, Tevgera Ciwanên Ereb ên Demkratîk, Meclîsa Rêveberiya herêmên Şahbayê û Hevserokên Komînan ve, tê kirin.

Derbarê vê mijarê de, Endamê Komîseriyê Hisên Welo got ku ji bo Komîn û hilbijartin bi gel bê danasîn, dê pankart li tevahî gundên Kantonê bêne belavkirin.″SEHBA-BERDEWAMIYA-XEBATE-HIBIJARTINA ‫(269615620)‬ ‫‬

Endamên Komîseriyê dest bi amadekirina kartên hilbijartinan kirin. Hevserokê Komîseriyê li Kantonê Cîhad Ehmed da zanîn ku hejmara kartên hilbiratinan gihîştiye 85 hezar kart.

Dê kart di demeke nêz de bêne belavkirin, da welatî di 22′yê Îlonê de beşdarî hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin.

(mm)

ANHA