Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Kazakîstanê di şewata otobusekê de 52 kes mirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Kazakîstanê di bûyera şewata otobusekê de 52 kes mirin.

Wezareta Karên Hundir a Kazakîstanê ragihand, li bakurê rojava yê welêt otobusekê qeza kiriye û agir pê ketiye. Wezaretê diyar kir ku di bûyerê de 52 kes mirine û 5 kes hatine rizgarkirin.

Li gorî agahiyan, qeza li gorî dema herêmî saet 10:30’î li taxa Irgiz a herêma AKtobeyê rû da.

Medya herêmî ragihand ku di otobusê de Ozbekên ji Rûsyayê hebûn.

(kc)