Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Kobanê halter pêş dikeve

KOBANÊ – Yekîtiya Werzîşê ya Kantona Kobanê ji bo pêşxistina werzîşê ku li herêmê hatibû paşguhkirin, tevdigere û xebatn lîstina hesin aktîv dike.KOB-SPORA-NU-LI-KOBANI (2)

Lîstina hesin yek ji  cureyên werzîşê ku li cîhanê zêde tê bikaranîn. Li Sûriyê jî beriya alozoyê û heta niha salonên vê werzîşê yên zilaman û yên jinan hene.

Di vê werzîşa hanê de lîgayên li ser asta herêmî (şampyon) dihatin lidarxistin da ku lehengên vê werzîşê beşdarî lîgayên navnetewî bibin.

Li piraniya bajarên Sûriyeyê ev cureyê werzîşê pir dihate paşguhkirin. Ji ber şerê taybet ên li dijî ciwanan dihat meşandin, ciwanên Kobanê ji vê werzîşê dûr mabûn.

Desteya Ciwan û Werzîşê di sê salên derbasbûyî de tevî ku ji bo pêşxistina fotbolê gelek xebat meşandiye, lê dîsa lîstina hesin paşguhkirî ma.

Yekîtiya Werzîşê ya Kobanê ku di 16’ê mijdara 2017’an de hate avakirin, ciwan ber bi vê werzîşê ve dehf da û di vê çarçoveyê de beriya çend rojan li avahiya Yekîtiya Werzîşê lîgaya lîstina hesin pêk hat.

Di vê pêşbirka hanê de 4 lîstokvanên ku hesin bi giraniya 85 kg, 75 kg, 65 kg û 55 kg bi ser ketin.

Di vê şampyona ku hatiye bidawîkirin de hejmarek lîstokvanên spora hesin li ser asta herêmê,  Rêveberên Desteya Ciwan û Werzişê, amadebûn.

Yek ji lîstokvanên kevnar ên vê werzîşê ciwan bi navê Ehmed e. Li Kobanê niha tenê du salonên lîstina hesin hene, yek ji wan a Ehmed e. Ev lîstokvan dibêje armanca wan ew e ku nifşekî exlaqî û xwezayî ava bikin û ev nifş dûrî madeyên hişbirî û kîmyewî be.KOB-SPORA-NU-LI-KOBANI (1)

Ehmed ciwan hişyar kirin ku zêde li pey girsbûna lemlateyên xwe nekevin (edelat) û dermanên kîmyewî bi kar nînin.

Li van salonan ciwan li ser hesin têne perwerdekirin da ku beşdarî lîgayên herêmî bibin û piştre di lîgayên navnetewî de cih bigrin.

Li gorî zanyariyan, Yekîtiya Werzîşê ya Kobanê wê di hefteyên pêş me de lîgayeke nû ya lîstina hesin dest pê bike û tê de bi dehan lîstokvan cih bigrin.

(rr/he)

ANHA