Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Kobanê ji bo Ocalan wê çalakiya dem dirêj were destpêkirin

KOBANÊ – Li kantona Kobanê Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyarkirina rewşa wî ya tendirûstiya wê siba dest bi çalakiya konê vedan bike. Ev çalakî wê heta Newrozê  dewam bike.

Ev çalakî di çarçoveya hemleya “Serî Hilde” de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyarkirina rewşa tendirûstiya wî, tê lidarxistin.

Konê çalakiyê wê li qada Şehîd Egîd a navenda bajarê Kobanê were vedan. Li gorî agahiyan wê gelek rêxistinên ciwanan ên Bakurê  Sûriyê û ciwanên Reqa, Tebqa û Minbic tevlî çalakiyê bibin.

Çalakiya ciwanan ku wê du siba ango 13`yê mehê were destpêkirin, heta 21`ê Adarê wê dewam bike.

Endama YCR`ê ya kantona Kobanê Ronahî Xelîl tekez kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ew ji her tiştî re amade ne.

(bx/kc)

ANHA