Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Kobanê jî kampaniya komkirina alîkariyan dest pê kir

KOBANÊ– Heyva Sor a Kurd li Kobanê ji bo xwedîderktina li gel gelê Efrînê kampaniya komkirina alîkariyan da destpêkirin.

Rêxistina Heyva Sor a Kurd li Kobanê bi armanca xwedîdkertina li gelê Efrînê yên ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de ziyan dîtine, kampaniya komkirina alîkariyan da destpêkirin.

Konên alîkartiyan, li qada Jina Azad û qada Aşîtiyê hatin vedan.

Li gorî rêveberiya Heyva Sor a Kurd kampaniya dê 10 rojan dewam bike.

Îro li girê Spî jî kampaniya komkirina alîkartiyan hate destpêkirin.

(bb)

ANHA