Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Kobanê nêzî 3 milyon lître mazot hatiye belavkirin

KOBANÊ – Piraniya şêniyên bajarê Kobanê mazota xwe ya ji bo zivistanê wergirtiye. Heta niha nêzî 3 milyon lître mazot li kobanê hatiye belavkirin.

Ev du meh û nîv in li Kobanê mazot tê belavkirin. Heta niha mazot li nêzî 10 taxên bajar hatiye belavkirin. Li gorî hejmartinên Rêveberiya Sotemeniyê ya Kantona Kobanê, di nava du meh û nîvên derbasbûyî de 2 mîliyon û 745 hezar lître mazot hatiye belavkirin.

Di rojên pêş me de, wê ji bo welatiyên Taxa Şehîd Moro û Taxa Şehîd Ebdo jî mazot were dayîn.

Di îlona 2017’an de milyon û 155 hezar, di cotmehê de 709 hezar û di mijdarê de jî 530 hezar lître mazot hatiye belavkirin.

Heta niha ji sedî 75 şêniyên bajarê Kobanê mazota xwe ya ji bo zivistanê wergirtiye û hê jî xebatên belavkariyê didomin.

Berê hatibû diyarkirin ku ji bo her malekê 400 lître mazot were dayîn. Lê hatina koçberan, tevgera bazirganiyê, her wiha zêdebûna kargehan hişte ku miqdarê mazotê yê ji bo welatiyan hatiye veqetandin, were kêmkirin û dakeve 200 lître mazot.

(bx/he)

ANHA