Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Kobanê pêşengiya 25 Mijdarê

KOBANÊ – Li Kobanê di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdetali Ser Jinê ya Cîhanê de, pêşengeha wêneyan a tundiya li ser jinê hate vekirin.

Pêşengeh ji aliyê komîteya amadekar a çalakiyên 25’ê Mijdarê ve, li hewşa Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate vekirin. Gelek endam û rêveberên saziyên sivîl û piraniya wan jin gelek welatî beşdarî bernameya vekirina pêşengehê bûn.KOBANE-PESENGEHA-25-MIJDARE-5

Beriya vekirina pêşengehê Endama Komîteya Amadakar Nisra Xelîl, axaftinek kir û diyar kir ku têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê divê ne tenê bi rojekê sînordar be. Nisra Xelîl destnîşan kir ku sedema vekirina vê pêşengehê jî ew e ku her tim têkoşînê xûrtir bikin. Xelîl, anî ziman ku ew bi riya vê pêşengehê roja 25’ê Mijdarê li hemû jinên Kantona Kobanê pîroz dikin û bang li jinan kir ku têkoşîna li hemberî tundiyê bilind bikin.

Pêşengehê eleqeyek mezin dît

Piştî axaftinê, qurdeleya pêşengehê ji hêla dayikan ve hate birîn. Di pêşengehê de wêneyên hemû cure tundiya li ser jinan ên wekî jinên di bazaran de tên firotin, şîdeta fizikî, tundiya derûnî, jinên ku rûmeta wan tên şikandin hene.

Ji bilî jinan zilaman jî eleqeyek mezin nîşanî pêşengehê da. Di nava wêneyan de yê herî zêde şîrove li ser hate kirin û yê herî hate ecibandin jî wêneya ku tê gotin “Hezkirina zilam a sexte” ya jina ku şîdeta fizikî dîtiye û zilamê wê hembez kiriye bû.

Pêşengeha wêneyan dê 2 rojan vekirî bimîn e.

(ea/a)

ANHA

KOBANE-PESENGEHA-25-MIJDARE-1 KOBANE-PESENGEHA-25-MIJDARE-3 KOBANE-PESENGEHA-25-MIJDARE-4 KOBANE-PESENGEHA-25-MIJDARE-6