Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Lubnanê Newroza bi heybet

BEYRÛT-Kurdên li paytexta Lubnan Beyrûtê dijîn, bi şahiyekê girseyî Newroz pîroz kirin.LIBNAN-SAHIYEN-NEWROZE (1)

Bi dirûşmeya “Bi rihê Newroza Federaliya Bakurê Sûriyê em berxwedana Şengalê silav dikin” bi hezaran kurdên ku li paytexta Lubnan Beyrûtê dijîn, şahiya pîrozbahiya Newrozê lidar xistin.

Şahî li parka El-Deleb a herêma Nehrên a gundewarê Beyrûtê, hate lidarxistin. Di şahiyê de, kesayetên siyasetmedar, nûnerên partiyên siyasî, 40 hezar kurd û hevalên wê yên li Lubnanê amade bûn.

Cihê lidarxistina şahiyê, bi wêneyên têkoşeran û posterên Rêbeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.

Di şahiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, peyama KCK‘ê ya ya ji bo Newrozê hate guhdarkirin.

Paş Seroka Komleya Çanda Civakî ya Newroz Henan Osaman, li ser navê Kongreya Star Mêrver Hemo, Nûnertiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (KNK) Şivan Fewzî, Partiya Henşak a Demokratîk a Sosyalîst a Eremî Elex Korshkeryan axivîn.LIBNAN-SAHIYEN-NEWROZE (5)

Di axaftinan de, cejna Newrozê li hemû gelan hate pîrozkirin û hate gotin ku ev roj roja xurtkirina têkoşîna hevbeş a gelên Rojhilata Navîn e.

Axaftivanan destnîşan kirin ku xurtkirina Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi rihê berxwedana Newroz pêk tê.

Şahiya pîrozbahiya Newrozê bi pêşkêşkirina şanoyan, stranên komên Welatê Rojê, Bêrîtan û hunermend Peywan Arjîn dom kir.

Beşdaran jî gel stranan dîlan gerandin û bê navber dirûşmeyan davêtin.

(bb)

ANHA

LIBNAN-SAHIYEN-NEWROZE (3) LIBNAN-SAHIYEN-NEWROZE (11) LIBNAN-SAHIYEN-NEWROZE (2) LIBNAN-SAHIYEN-NEWROZE (4) LIBNAN-SAHIYEN-NEWROZE (7) LIBNAN-SAHIYEN-NEWROZE (8) LIBNAN-SAHIYEN-NEWROZE (9) LIBNAN-SAHIYEN-NEWROZE (10)