Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Mehserê pîrozbahiya Kobanê

RIHA – Li gundê Mehser ê girêdayî Pirsûsê ku ji roja destpêkê ya Berxwedana Kobanê ve çalakiyên piştgiriyê didomin, bi rengên Kobanê û dirûşim, tililî, stran û govendê pîrozbahiyên rizgarkiiran Kobanê hate lidarxistin.

Bi armanca pîrozkirina serketina Kobanê, ji danê sibehê ve bi hezaran kes ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê diherikin gundê Mehser ê li ser sînor. Yên bi otobus, mînîbus û wesayîtên xwe yên taybet ketin ser rê, ji niha ve qad dagirtin. Li qada li pêşberî herêma Kaniya Kurdan a Kobanê ye, pîrozbahî wê saet di 13:00 de destpê bike û tê payîn veguhere mîtîngê.

Li qada pîrozbahî lê were lidarxistin pankartên bi nivîsa “Rêya azadkirina Kurdistanê ji gerîlabûyînê derbas dibe,” “Bijî yekîtiya gelan a wekhev û azad”, “Têketina Kobanê zor e, mayîna Kobanê hîn zortir e, derketina Kobanê pêkane” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulalh ocalan, posterên Paramaz Kizilbaş û Kader Ortakaya yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, hatin daliqandin. Ji niha ve bi hezaran kes serketina dîrokî ya Kobanê bi coşeke mezin pîroz dikin. Herikîna mirovan a ber bi gundê Mehserê jî dewam dike.