Têkilî | Derheqê me de

Li mezraa Hikumê û bajaroka Tişrîn şer giran e

LEZGÎN

REQQA – Li Mezraa Hikumê û bajaroka Mezraa Tişrîn di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de şerên giran rû didin.

Li gorî agahiyên ku ji herêma şer hatin girtin çeteyên DAIŞ`ê îro di saet 5:00`an de êrîşî mezraa Hikumê ya ku îro  ji  aliyê şervanên QSD`ê ve hatibû rizgarkirin, kirin. Şervanên QSD`ê jî bersiveke tund dan û li derdora mezraa Hikumê şerên giran ta vê kêliyê didome. Li gorî agahiyan gelek çete hatine kuştin

Li bajaroka Mezraa Tişrîn jî ku şeva din şervanên QSD`ê nîvê wê rizgarkiribûn, li nîvê din ê bajarok şerên giran di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ`ê de diqewimin.

(ekip/kc)

ANHA