Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li mezreyekî girêdayî Xes Icêl şerên giran rû didin

LEZGÎN

REQQA – Li mezreyekî girêdayî gundê Xes Icêl di navbera şervanên Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ`ê de şerekî dijwar diqewime.

Pêngava Sêyemîm a Hemleya Xezeba Firatê bi hemû hêza didome û şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê pêşeveçûyînên xwe di aliyê rojhilatê Reqqayê ve didomînin. Di vê çarçoveyê de nûçegihanên me ku hemleyê dişopînin raghandin ku li mezreyekî biçûk a girêdayî gundê Xes Icêl ku 48 km li başur-rojhilatê Reqqayê dikeve di navbera  şervanên Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ`ê şerekî dijwar rû dide.

Nûçegihanên me raghandin ku dema çeteyan hewl dan êrîşî çeperên şervanên Xezeba Firatê yên li mezreyê bikin şer derket û şervanan bi çekên giran bersiva çeteyan dan.

Li herêm şer bi dijwarî rû dide.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Xes Icêl ku li başur-rojhilatê Reqqayê dikeve di 12`ê adarê de ji çeteyên DAIŞ`ê, rizgar kirin.

(ekip/kc)

ANHA