Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Minbicê 3 têkoşer hatin oxirkirin

Dîmen

MINBIC – Li Minbicê cenazeyên 3 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, hatin oxirkirin.MINBIC-MERASIME-SEHIDA ‫(1)‬ ‫‬

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyên 3 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebdulhenan Ehmed, Selah Mihemed Hecî û Ibrahîm Ibrahîm El-Mensûr ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi goristana şehîdan a bajêr ve ketin rê.

Di merasîma oxirkirinê de Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz Nezîfe Xelo û Farûq El-Maşî, Fermandarê Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced û bi dehan Endamên saziyên sivîl, amade bûn.

Merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Hevserokê Komîteya Karê Derve Şêx Elî Cemîlî û Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şeravn Derwîş, axivîn.MINBIC-MERASIME-SEHIDA ‫(161088001)‬ ‫‬

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên cangoriyên têkoşeran re hat xwestin.

Her wiha bi boneya yekemîn salvegera rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ′ê, hat zanîn ku bajarê Minbicê ji aliyê şêniyên xwe ve tê birêvebirin.

Di dawiyê de soza şopandina şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê, hat dayîn.

Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin oxirkirin.

(mm)

ANHA