Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Minbicê du jinên ciwan tevlî Erka Xweparastinê bûn

KAMÎRAN XOCE

MINBIC – Piştî ku Komîteya Parastinê deriyê beşdarbûna nava hêzên leşkerî ya welatiyên Minbicê veki, du jinên ciwan ên bajar ji bo beşdarî nava xebatên Erka Xweparastinê bibin daxwaznameyên xwe pêşkêş kirin.

Piştî ku qanûna erka xweparastinê hate derxistin û ji aliyê rûspî û şêxên eşîrên Minbicê û gundewarê wê ve erênî hate nirxandin, qanûn ji aliyê endamên Meclîsa Zagonsaz ve di 2’yê Mijdarê de hate erêkirin. Li ser vê bingehê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajêr bi armanca gotûbêjkirina rêziknameya erka xweparastinê bi rûspî û şêxên eşîran re civînek li dar xist.

Di 6’ê Mijdarê de Komîteya Parastinê ya girêdayî Meclîsa Rêveber – Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê deriyê beşdarbûna nava xebatên erka xweparastinêya bajêr û gundewarê wê vekir.

Di xala duyemîn a madeya sêyemîn a qanûna erka xweparastinê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê de wiha tê gotin: “Ji mafê jinan e bi dildarî beşdarî erka xweparastin bibin.” Li ser vê bingehê du jinên ciwan Îman Ehmed El-Şemalî û Nehla El-Hemed El-Hemûd berê xwe dan navenda erka xweparastinê û daxwaznameya xwe ya beşdarbûnê pêşkêş kirin.

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê ji bo sedema beşdarbûna van jinên ciwan a nava xebatên erka xweparastinê nas bike, hevdîtinek bi Îman Ehmed El-Şemalî re pêk anî.

Parastin ne tenê ji mêran tê xwestin

Îman Ehmed El-Şemalî ku bi temenê xwe 23 salî ye ji pêkhateya Ereb e, piştî ku qanûna erka xweparastinê nas kir ku derfetê ji jinan re jî vedike ku beşdarî nava xebatên parastinê bibin, yekemîn jineke ciwan di 7’ê Mijdarê de berê xwe dide navenda erka xweparastinê ya bajarê Minbicê û daxwaznameya xwe ya beşdarbûnê pêşkêş dike.

Îman El-Şemalî di vê derbarê de wiha got: “Ez bi dildarî beşdarî nava xebatên parastinê dibim ji ber ku parastina bajêr ne tenê ji mêran tê xwestin û divê hemû jinên ciwan beşdarî nava xebatên parastinê bibin û cihê xwe di berxwedan û parastina bajarê xwe de bigirin.”

Îman di berdewama axaftina xwe de got ku tişta bi serê Minbicê de hatiye weke zulma çeteyên DAIŞ’ê û beriya wan komên ku navê “Artêşa Azad” li xwe dikirin û ji bo evan rewşên dijwar neyên dubarekirin divê hemû ciwan û jinên ciwan bi dildarî beşdarî nava xebatên parastinê bibin û bajarê xwe ji hemû êrîş û destdirêjiyan biparêzin.

Îman Ehmed El-Şemalî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwan û jinên ciwan ên bajarê Minbicê û gundewarê wê kir ku bi dildarî beşdarî nava xebatên erka xweparastinê bibin.

(jh)

ANHA