Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Minbicê jî Roja 25`ê Mijdarê hate pênasekirin

MINBIC – Meclîsa Jin a Minbicê bi semînerekê Roja Têkoşîna Şideta li Dijî Jinê, pênase kir. Di semînerê de bi dehan jinên bajarê Minbicê û gundewarên wê, amade bûn.MINBIC-SEMINER (3)

Semîner li navenda Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk a Minbicê bi dûrişmeya”Hilweşandina sîstema Îmralî, hilweşandina tundiya li ser jinê ye” hate dayîn.

Semîner bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin, paşê Hevseroka Meclîsa Rêveber  a Rêveberya Sivîl a Demokratîk  a Minbicê Zeyneb Qenber axivî û bi xêrhatina beşdaran, kir.ZEYNEB QENBER

Zeyneb destnîşan kir ku zihniyeta  desthildar a mêr li dijî jinê şidetê dimeşîne û cûdahî dixe navbera mêr û jinê. Zeyneb diyar kir ku ji ber kevneşopiyên civakê, mêr bi çavekî biçûk  li jinê dinêre.

Paşê, Zeyneb Roja 25`ê Mijdarê(Roja Têkoşîna Şideta li Dijî Jinê) û bûyerên ku di wê rojê rûdan, anîn ziman.

Di berdewamiya semînerê de, Zeyneb got ku heta niha zewaca bi temenê biçûk de di civakê de heye û bang li civakê kir ku dev ji vê adetên civakî yên kevnar berdin.

Di dawiya semînerê de, Hevseroka Meclîsa Rêveber Zeyneb ji jinan xwest ku di Roja 25`ê Mijdarê de bi awayekî baş xwe amade bikin.

(kc)

ANHA