Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Minbicê, komîteya birêvebera çalakiyên 25‘ê Mijdarê hate avakirin

MINBIC- Meclîsa Jinên Sûriye ji bo birêveberina çalakiyên 25‘ê Mijdarê komîteyeke ji 5 endaman ava kir.MINBIC-CIVINA-JINAN1 (1)

Meclîsa Jinên Sûriye ji bo birêveberina çalakiyên 25‘ê Mijdarê, roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, civîneke li dar xist. Di civînê de, endamên saziyên sivîl ên bajarê Minbicê û gundewarên wê, hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Minbic û Gundewarên wê Zeyneb Qenber û Cîgira Meclîsa Zagonsaz Emel Dada amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevseroka Meclîsa Rêveber Zeyneb Qenber axivî û bal kişand ser berxwedana jin di her aliyan de got ku azadiya civakê ji azadiya jinê ye.MINBIC-CIVINA-JINAN1 (3)

Piştî axaftina Zeyneb Qenber, ji bo birêveberina çalakiyên 5‘ê Mijdarê komîtyeke ji 5 kesan hate avakirin.

Çalakiyên 25‘ê Mijdarê li bajarê Minbicê wê 16‘ê Mijdarê deste pê bike, di vê çarçoveyê de dê civîn û semîner û meş werin lidarxistin.

(bb)

ANHA