Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Minbicê pêşengeha pirtûkan hate vekirin

Dîmen

MINBIC – Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê, yekem pêşengeha pirtûkan ku wê 3 rojan bidome, vekir. MINBIC-VEKIRINA-PESENGIHE (2)

Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Nezîfa Xelo, Hevseroka Meclîsa Rêveber Zeyneb Qenbir, endamên saziyên sivîl, bi dehan welatî û şandeyên ji kantonên Fedraliya Bakurê Sûriyeyê û bajarê Tebqayê beşdarî merasîma vekirina pêşengehê bûn.

Merasîmê vekirina pêşengehê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Mihemed Qebiritay, xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku vekirina vê pêşengehê cihê şehnaziyê ye.

Paşê li ser navê Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê, hevserokê wê Ebûd Meqso axivî û got ‘‘Em pêşangeha yekem a pirtûkan li bajarê Minbicê, bajarê çand, helbest, helbestvanan û hezkirinê; li we pîroz dikin. Em ji Cizîrê hatine ji bo em bi we re beşdarî pêşengehê bibin, ji ber ku ev pêşengehê nîşana nirxên û çanda gelan nîşan dide.”

Piştî axaftinan, helbest ji aliyê helbestvan Ehmed El-Yûsiv û Muna Zekeriya hatin gotin. Her wiha kilanên ji kevneşopiya Helebê hatin pêşkêşkirin.

Di merasîmê de, Koma Minbic a Şanoyê, şanoyeke pêşkêş kir.

Paşê Komîteya Çand û Hunerê, ji beşdaran vexwend pêşengkê kirin.

Çalakiyên pêşangehê wê 3 rojan dewam bike.

 (hş)

ANHA