Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Misirê êrîş, du kes mirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Esna ya parêzgeha El-Qser Misirê, çekdaran dewriya ewlehiyê gulebaran kirin. Di encamê de, yek jê polîs du kes mirin û sê kesên din jî birîndar bûn.

Wezîrê Hundirîn ê Misirê got ku herdu çekdaran di erebiyekê de, dewriya ewlehiyê gulebaran kirin.

Li gorî daxuyaniya polîsan yek ji  êrîşkaran hate girtin û bi wî re kilaşînkofek û cebilxane, hate dîtin. her wiha polîsan kilaşînkofek din di erebeya çekdaran de, dîtin.

(mh)