Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Misrê êrîş: Fermandarek û 3 polîs hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Komên çete polîsên Mirê hedef girtin. Di encamê de fermandarek û 3 polîsên Misrî hatin kuştin.

Çavkaniyên ewlekariyê yên Misrî ragîhandinku li ser riya Erîş a bakurê Sîna komeke çekdar bi erebeyek êrîşî polîsên Misrî kirin. Di encama êrîşê de fermandarek û 3 polîsên Misrî hatin kuştin. Her wiha hejmarek polîs birîndar bûn.

Ji sala 2013`an ve komên çekdar li Misrî êrîşan li dijî hêzên ewlekariyê pêk tînin. Ji komên çekdar ên herî zêde êrîşan li Misrê pêk tînin ʺEnsar Beyt El-Meqdisʺ a girêdayî çeteyên DAIŞʹê.

(mh/dc)

ANHA