Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Misrê teqîneke din rû da

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Misrê li dêreke din jî teqînekê rû da.

Li Misrê piştî 2 teqînên li pey hev ên li bajarê Tantayê, li Skenderiyeyê li dêra Ezîz Mark a Kiptiyan jî teqînek çêbû. Televizyona dewletê got di teqînê de gelek kes birîndar bûne.

Di teqîna Tantayê de 21 kes miribûn û 42 kes birîndar bûbûn.