Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li navçeya Cirniyê şaredariya gel hate vekirin

Dîmen

TEBQA – Meclîsa Sivîl a Tebqayê di çarçoveya rêxistinkirina gundan de şaredariya gel li navçeya Cirniyê vekir.TEPQA-VEKIRINA-MECLISE2 ‫(1)‬

Merasîma vekirina şaredariyê ku endamên Meclîsa Sivîl a Tebqayê, endamên Şaredariya Gel a Tebqayê, Meclîsa Jinan a Tebqayê û welatiyên navçeya Cirniyê û gundê wê tê de amade bûn bi rêzgirtinê destpê kir.

Paşê li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebîr EL-Mûsa axivî û got ku bi saya lehengiya şehîdan evqas destkeftî hatine bidestxistin.

Li aliyekî din Hevseroka Şaredariya gel a Tebqayê Îman Elêwî axivî û bang li şaredariya Cirniyê kir ku xizmeta gel bikin û ev tişt anî ziman: “Li ser navê min û li ser navê şaredariya gel em vekirina şaredariyê pîroz dikin, em hêvî dikin ku bi serkeftî be û pêdiviyên gel pêk bîne. Em hêvî dikin ku şaredarî pêşengiya civakê bike û di karê xizmetgozariyê de erka baş pêk bîne. em soz didin şehîdên xwe ku emê ji bo demokratiyê û pêkanîna armancên wan têbikoşin.”

Di berdewama merasîmê de  Cîgirê Hevserokê Meclîsa Sivîl a Teqbayê Ehmed Silêman axivî û wiha got: ʺEmê di xizmeta gel de tekoşîna xwe bidomînin.”

Paşê Endama Rêveberiya Mala Jinê ya Cirniyê Selwa Xelef vekirina şaredariyê pîroz kir û serkeftin ji karê wan re xwest.

Piştî axaftin bi dawî bûn deriyê şaredariyê ji aliyê Meclîsa Sivîl a Tebqayê ne hate vekirin.

Merasîm bi stran û govendê bi dawî bû.

(jo)

ANHA