Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li navçeya Erbba jinek hate qetilkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Erbaa ya Tokatê jinek ji aliyên kesên ne nas ve hate gulebarandin û jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Erbaa ya Tokatê ya Tirkiyeyê jina bi navê Arzu Dîkal a 42 salî ku li fabrîkeya tekstîlê dixebitî piştî ku ji karê xwe derket li ber mala xwe ji wesayîtê peya bû, kesên ne nas gule lê reşandin. Arzu ku birîndar bibû, li Nexweşxaneya Erbaayê  jiyana xwe ji dest da.

(bb)