Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li navend Reqayê şer didome, maşîneyeke bombebarkirî ya çeteyan hat rûxandin

LEZGÎN

REQA – Li derdora nexweşxaneya Wetenî  ya Reqayê û li taxa  Rewda, şerên  giran didomin. Li heman taxê maşîneyek bombebarkirî hate rûxandin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 99`an de bi hemû hêza xwe dewam dike. Li gorî agahiyên ku ji herêma şer hatine girtin, ji şeva din ta vê kêliyê şerên giran li derdora nexweşxaneya Wetenî ya navenda bajarê Reqayê  dewam,  dikin. Li gorî hate zelalkirin li derdora nexweşxaneyê 11 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û şervanên QSD`ê bi pêş ve diçin.

Her wiha li taxa Rewda ya aliyê rojhilat a Reqayê, maşîneyek bombebarkirî hate rûxandin.

Li taxa Rewda û derdora nexweşxaneya Wetenî şerên giran dewam dikin.

(kc)

ANHA