Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Pakîstanê êrîş: 11 kes birîndar bûne

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Midûriyeta Çandiniyê ya li bajarê Peşawer a Pakîstanê, êrîşek hat kirin û 11 kes birîndar bûn.

Li Midûriyeta Çandiniyê ya li bajarê Peşawer a Pakîstanê êrîşeke çekdarî hat kirin.

Rayedarên Pakîstanî ragihandin ku 3 kes ketine hundirê Midûriyeta Estîtuya Çandiniyê û pansiyona ku 40 xwendekar lê bûn.

Ji ber vê êrîşa ji aliyê her sê kesên nenas ve hate kirin 11 kes birîndar bûn.

(kc)