Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li paytexta Îsraîlê teqîn: 4 kes mirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li peytexta Îsraîlê Til Aviv, di dukaneke firotina madeyên avahiyan de, teqînek rû da, 4 kesan jiyan xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyeke ku kenala televizyonê ya Îsraîlê weşandiye, li bajarê Yafa yê li başûrê Til Aviv, di dukaneke firotina madeyên avahiyan a li kolana “Yafît”,  teqîneke rû da.

Di encama teqînê de, 4 kesan jiyana xwe ji dest da, cenazeyên wan di bin bermahiyên teqînê de hatin dîtin.

(bb)

ANHA