Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li paytexta Yemenê şer e

NAVENDA NÛÇEYAN – Li paytexta Yemen Senayê, şerên dijwar di navbera Hêzên Hizib El- El-Şabî (Partiya Kongreya Gel) û çekdarên hûsiyîn rû da. Hate ragihandin; di çend saetên dawî de hijmariya kuştiyan zêde bû.

Saziyên ragihandinê, diyar kirin, duh li kolana Haîl û Sitîn a paytexata Yemen Senayê şerên giran di navbera hêzên Hizib El-Mûtemer El-Şabî û çekdarên hûsiyîn derket. Hate diyarkirin ku di çend saetên dawî de hejmara kuştî û birîndarên herdû aliyan de zêde bû û 140 kuştî derbas kir.

Çavkaniyan dane zanîn ku hêzên hûsiyîn roja şemiyê 30 karmendên kenala El-Youm a girêdayî Hizib El-Mûtemer El-Şabî girtin û hin nûqteyên aktîv ên li Senayê bidest xistin.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, di encamên şerên dijwar ên du rojên buhirî de,36 kes hatin kuştin û 225 din jî birîndar bûn.

Îro saetên ber bangê sibê, balafirên Koalîsyona Erebî 3 êrîş birin ser bargehên leşkerî  yên Senayê, di heman demê de di navbera çekdarên bi navê “Ensar Ellah yên girêdayî hêzên hûsiyîn û hêzên alîgirên Serokê Yemen ê Berê Elî Ebdullah Salih şer derket.

Li gorî agahiyên ku niştecihên herêmê dane, du êrîşên asîmanî bargeheke li çiyayê El-Reyan, nêzî çerxereya Meydan El-Misbahî ya başûrî bajêr ku çekdarên hûsiyîn lê bi cih bûne, hedef girt, derbarê encamên vê êrîşî agahî nehatin bidestxistin.

Ji roja çarşemê ve, şer di navbera çekdarên hûsiyîn û hêzên alîgirê Salih dewam dike. Di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûne, di nav de sivîl hene.

(bb)

ANHA